B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Wergêra xêzeromana 'Selaheddîn' çap bû.
Kitêba muşterek ya MARIOLLE, MELI & LOISEAU ji alîyê lêkoler, akademîsyen û wergêr Ergîn Opengîn ve ji fransî hate wergêran bo kurdî.
Xwedîyê weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskî li ser Xê da zanîn ku ew dê sala bê 6 an 7 xêzeromanên din çap bikin di bin serenavê/kategorîya PUNG'ê da.
Danasîna Kitêbê
Şexsiyetê efsanewî, fermandarê mezin, kurdê herî naskirî vê carê di xêzeromanekê de bixwînin.
PÛNG: 2
SELAHEDDÎN şexsiyetekî efsanewî ye di dîroka Îslamê de, ku efsaneya xwe jî wî bi xwe hêj di saxiya xwe de ava kiriye. Wek fermandarekî kurd û musulman û xwediyê şarezayiyeke kûr li ser meydana şer, wî jiyana xwe li pey du armancan derbas kir: yekkirina cîhana Îslamê li Rojhilata Navîn di bin desthilata xwe de da ku şerê li dijî Frengan çêtir bi rê ve bibe û derxistina wan ji deverên ku wan li herêmên Sûrî-Filistînê girtibûn. Şerê Hittînê yê sala 1187an mohr li vê xewn û nexşeya Selaheddîn xist û rê vekir ku Qudsê, nêzîkî sedsalek piştî girtina wê ji aliyê Selîbiyan ve, jinûve feth bike.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...