Weşanên Nûbiharê du kitêbên nû çap kirin

Share
Weşanên Nûbiharê du kitêbên nû çap kirin
Ji bo malpera nû

Weşanên Nûbiharê du kitêbên nû çap kirin û belav kirin.

Hîkmet bi Hîkayet kitêbeka lêkolînê ye û ji aliyê Sadullah Taşan ve hatiye nivîsîn.

Ev kitêb ji pênc beşên hîkayetên bi hîkmet pêk hatiye. Li gor Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran piştî her hîkayetê hîkmet, îbret û hisse hatine nivîsîn.

Hestên Pîroz dîwaneka helbestan e û ji aliyê Kevok Mizgîînê ve hatiye nivîsîn.

Kevok Mizgîn bi vê dîwana xwe ya nû şi’rên berdewamiya di derheq işq û evînê de bi zimanek henûn, bi peyvên sade lê tîr, bi ruhek kurdewarî ya beriya bajarvaniyê û pala xwe dayî efsûn û ciwankariya klasîzma Kurdî diyarî me xwendevanan dike

Nivîsara kitêba Hestên Pîroz

Kevok Mizgîn bi şi’rên xwe yên naîf hem evîn û evîndariyê li ber dilê me watedar û şîrîn dike û hem jî me ji wê sekn û helwesta nelirê ya li hember xwezayê diparêze û pirek kahîm di navbera me û xweza û dil de ji nû ve ava dike.
Berken Bereh

Nivîsara kitêba Hîkmet bi Hîkayet

Di vê pirtûkê de pirsgirêkên civakî, peyamên girîng, nexweşiyên derûnî, ilm û hîkmetên pêwist bi hîkayetên meraqawer û balkêş cih girtine. Hîkayetên vê pirtûkê ji bo dil aramî; ji bo ruh bihuşt û ji bo eql rênîşandêr in.

Ev pirtûk ji pênc beşên hîkayetên bi hîkmet pêk hatiye. Li gor Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran piştî her hîkayetê hîkmet, îbret û hisse hatine nivîsîn.

Hîkayetên beşa yekem ji Gulistana Se’diyê Şîrazî hatine bijartin.

Beşa duyem ji serpêhatiyên nivîskar û derdora wî pêk hatiye.

Beşa sêyem ji çend hîkayetên ku Pêxemberê Xwedê ji eshabiyên xwe re gotine û ji hîkayetên gelek bi îbret û meraqawer pêk hatiye. Beşa çarem ji bo perwerdeya zarokan çend çîrok hene. Beşa dawî jî ji gotinên wecîz yên rênîşandêr pêk hatiye.

Read more