Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Weşanên Avestayê kitêbeka nû ya çîrokan a bi navê ‘Serê Sibê’ çap kir û belav kir.
Nivîskara kitêba ‘Serê Sibê’ Lorîn S. Doğan e.
Beşekê ji kitêbê:
“Hîna serê sibehê bû! Cêwîkê min telefonî min kir û got, ‘Ez jigund hatime, ez dixwazim bîskekê te bibînim.’ Piştî çend mehên ku bav û birayên min deriyê malê li min girtibûn, telefona wî ya ji nişkê ve tirs niqutandibû dilê min. Piştî min telefon girt, bi diltengî kêliyekê di hundir de çûm û hatim. “Axaftina diya min ya beriya çend pêlan bi telefonê, di rihê min de zengilî, ‘Keça min, ev çend meh in li malê hizûr nemaye. Pismamê te yê li wir, ji bavê te re gotiye, min dîtiye destê keça te di destê lawekî de bû. Ji dema pismamê te wilo gotiye, ji devê bav û birayê te hema agir dibare. Bila haya te ji te hebe keça min!’”
Lorîn S. Doğan kî ye?
Di sala 1975’an de li Mêrdînê, li gundikê Şikro yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye. Wê dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Nisêbînê xwendîye. Beşa Bîyolojîyê ya Peymangeha Perwerdehîyê ya Zankoya Dîcleyê qedandîye. Doğan li Amedê dijî.
Kurdîlît
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...