Weşanxaneya Nûbiharê du kitêbên helbestan weşandin

Share
Weşanxaneya Nûbiharê du kitêbên helbestan weşandin
NIVISKAR-SABLON-4

Weşanxaneya Nûbiharê du kitêbên helbestan weşandin.

Yek ji wan kitêban ya Cuma Ali Karamanî ye ku yekem kitêba wî ye. Vila Koyûn kitêbeke helbestan a bi zaravayê Zazakî ye.

Helbestek ji kitêbê:

Deyîr ma derdûn' ma vonî
Dêc ma z' deyîrûn' ma vonî
Nezûn' hal' ma qet nêzonî
Ma derd' xo pê deyîron vonî

Vila koyûn, gula baxçon
Tu ser ez bîya vayêr derdon
Bê tu çew derdon mi nizon
Bê tu dêrd xo çewî ra nivon

Cuma Ali Karaman kî ye?

Cuma Ali Karaman 1960 di, dewa Qerebeganî Keydak (Kambertepe) di, ameyo dunya. Dibistan (mektebo verên) Keydak di wendo. 1973 di Pali di yew medresa di dest bi perwerdeyo dînî kerdo. 1973 ra heta 1980yî cîya-cîya medresûn di tedrîsato dînî dîyo. Pali (1973-1976), Dîyarbekir (Silîvan û Mîralîon) (1976-1977), Pali (1977-1978), Tûx (Tatvan) (1978-1979), Mûş (1979-1980). Yew aşm Erzurum di keyeyî Şêx Selheddînî di perwerde bîyo. Teber ra kewto îmtîhanûn û dîplomaya Îmam-Xetîbî yê Xarpêtî girota. Dûrî ra (uzaktan eğitim) îlahîyatî ser o wendo. Cuma Ali Karaman nika Swêd di cuwîyeno, zewecnayo, di kêney û yew lacî ey estî. Vila Koyûn eserî Cuma Ali Karamanî o verên o. Cûma Alî Karaman vano:

Kitêba duyem ya ku ji weşanxaneya Nûbiharê derketîya ya Welat Dilken e.

Helbestek ji kitêbê:

41+1

welat dilken

çilê zarokan jî heye, yê miriyan jî…

her wiha, çilê matematîkê jî

lê jimara min ne çil, çil û yek e

jimara li pêş her çil î; çil û yekê emrê min;

berî wê tu jimaran nizanim, mesela 39-40 qet nayên bîra min

lêbelê aniha dizanim; çil û yekê min bi evîn ketiye rê

daye pey çil û du saliya te

Welat Dilken kî ye?

Helbestkar û nivîskar, di bihara 1975an de, li gundê Dolê yê bi ser bajarê Semsûrê ye ji dayik bûye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Tîrêj, Çirûsk, W û di malperên Kurdî de hatine weşandin. Şanonameya wî ya bi navê ‘Derba Li Piştê’ wekî texst di kovara Dilopê de hatiye belavkirin. Wî demekê di rojnameya Evropres û malpera Diyarnameyê de qunciknûserî kiriye. Welat Dilken di pêşbirkên wêjeyî yên helbest û çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyn Sagniç de di beşên helbestan de xelat wergirtine.

Berhemên wî: Ken Deyndarê me Em Deyndarê Girî ne, Helbest, 2006, Sî bi Rojê Xweşik e, Helbest, 2009, Şeva Dawî, Roman, 2011, 29 Kul 29 Gul, Helbest, 2012, Siya Derizî, Helbest, 2012, Neynik û Hine, Helbest, 2013, Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, 2016, Kevir û Tiştên Din, Helbest, 2017, Orijînîa, Çîrokên Mînîmal, 2019. Wergerên wî: Me Herî Pir ji Helbestkaran Bawer kir, Helbest 2016

Read more