WhatsApp: Me kêşe çareser kir
Sepena peyaman WhatsApp duhî bo demeka diyar têk çû.
Derbarê vê têkçûna li seranserê cîhanê, WhatsAppê li ser hesaba xwe ya fermî ya Twitterê daxuyanek belav kir.
Şirketê di daxuyanîya xwe da beyan kir û got: "Em bi lezgînî dixebitin ji bo çareserkirina kêşeya peywendiya WhatsAppê û di demeka herî zû ya mimkin da em dê wê rojane bikin."
Piştî demeka kurt, WhatsAppê di peyameka xwe ya din da ragihand ku wan ev kêşeya têkçûn û peywendiyê çareser kirine.
Têkçûn û kêşeya WhatsAppê li ser torên medyayî civakî jî bû babeteka serekî ya bikarhêneran û gelek kesan derbarê vê yekê da tweet nivîsîn.