B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku îsal li bajarê Cannesê yê Fransayê hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Di Festîvalê da fîlm û lîstikvanên herî baş hatin xelatkirin. Lîstikvan Merve Dîzdara ku di fîlmê Nuri Bilge Ceylanî da list xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin girt.
Dizdarê xelata xwe diyarîyê jinên têdikoşin kir.
"Ez xelata xwe diyarîyê hemû xwişkên xwe yên ku çi dibe bila bibe dest ji hêviyê bernadin û diyarî hemû rihên têkoşer ê ku li Tirkiyeyê li benda rojên xweş in dikim."
Merve Dîzdar
Lîsteya xelat û xelathilgiran wiha ne:
- Palmiyeya Zêrîn, Fîlma Herî Baş: Justine Triet (Bi fîlmê "Anatomy of a Fall" girt)
- Xelata Mezin a Festîvalê: The Zone of Intenest (Derhêner Jonathan Glazer)
- Xelata Derhênerê Herî Baş: Tran Anh Hung (Bi fîlmê The Pot-au-Feu)
- Xelata Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr: Koji Yakusho (Bi rola di fîlmê Perfect Days de)
- Xelata Lîstikvana Herî Baş a Jin: Merve Dizdar (Bi rola di "Kuru Otlar Ustune" de)
- Senaryoya Herî Baş: Kore-eda Hirokazu (Kaibutsu)
- Kameraya Herî Serketî: Pham Thien An (bi fîlmê xwe "Inside the Yellow Cocoon Shell")
- Xelata Taybet a Juriyê: Fallen Leaves (derhêner Aki Kaurismaki)
- Kurtefîlmê Herî Baş: 27 (derhêner Flora Anna Buda)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...