Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.
Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.
Protestoya li Wanê dest pê kir li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê belav bû û berdewam in.
Li Wan, Colemêrg, Sêrt, Batman, Amed û li çendîn cih din xelk li kolanan e û protestoyan dikin û xwepêşandanan dikin
Xelk bi dirûşmeya "Abdûllah Zeydan rûmeta me ye" li kolanan dimeşin û piştgirîya îradeya gel dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Colemêrgê piştî demekê çalakîya protestoyê mezin bû û li nêzîkî ofîsa Serokê AKPyê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKPyîyan çek ber bi hewayê ve teqandin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.
Herwiha li Sêrtê, Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, Rêxistinên DBP û DEM Partîyê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes li ber avahîya bajêr kom bûn. Girse ber bi Qada Demokrasîyê ve meşîya, lê polîsan nehişt.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...