Xwenîşandanên li Fransayê: 719 kes hatine desteserkirin
Li Fransayê protestoyên ji ber kuştina zarokê 17 salî destpê kirin di roja pêncemîn da didomin. Hat raginandin ku heta niha herî kêm 719 kes hatine desteserkirin.
27ê Hezîranê da li Fransayê zarokekî cezayîrî bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji hêla polîsan ve hate qetilkirin.
Bi qetilkirina wî ciwanî li welêt çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û li gelek deveran belav bûn.
Hikûmeta Fransayê ji bo bidawîkirina çalakiyan 45 hezar cendirme û polîs xistin nava liv û tevgerê.
Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Navxweyî a Fransayê, bi sedan jê li Parîsê bi giştî 719 kes hatine desteserkirin.
45 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê 871 bûyerên şewitandinê qewimîne, 577 wesayît û 74 avahî hatine şewitandin. Bi giştî êriş li ser 10 qereqolên polîsan, 10 leşkergeh û 6 noqteyên polîsan ên şaredariyê hatine kirin.
Li bajarê Brestê şaxeke Renaûltê hate şewitandin. Li Rennesê jî di navbera xwenîşandêr û polîsan da şer derket.
Çalakîyên li Fransayê gihîştin Swîsreyê jî
Li gorî medyaya Swîsreyê protestoyên li Fransayê gihîştîye Swîsreyê jî. Li navenda bajarê Lozanê yê Swîsreyê xelq daketine qadan û çalakîyan li dar dixin.Hate ragihandin ku bûyerên tundî û talankirinê li navenda bajêr qewimîne.