National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) li ser serlêdana serokatîyên baroyên Mêrdîn û Êlihê biryar da ku serok û endamên baroyan li ser sindoqan nikarin wekî “çavdêr” kar bikin. Lê wekî dengderekî dikarin hejmartina dengan temaşe bikin û di çarçoveya yasayê da mafên xwe yên nerazîbûnê bikar bînin.
Li gorî nûçeya Rudawê Serokatîyên Baroyên Mêrdîn û Êlihê serlêdana YSKyê kiribûn ku ji bo di hilbijartinên 14ê Gulanê da serok û endamên baroyan li qadên dibistan û sindoqên dê dengê xwe bikar bînin bikaribin wek “çavdêr” cihê xwe bigirin.
YSKyê li ser serlêdana baroyan biryar da ye.
Li gorî yasaya di derbarê dengder û hikmên bingehîn ên hilbijartinan hatiye diyarkirin da, ev kes eşkere ne. Kesên ji partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîl nikarin bibin çavdêr.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...