Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
YSKyê Mazbata da Abdullah Zeydan.
Lijneya Hilbijartinan a Tirkîyeyê (YSK) îtiraza DEM Partîyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.
Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.
Ewil li Wanê protestoyan dest pê kir ku paşî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Stenbolê jî protestoyan dest pê kir.
Lijneya Hilbijartinan a Tirkîyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partîyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.
YSKyê biryar da ku Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...