Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gorî daxuyanîya serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî, piştî ku Donald Trump di sala bê de bibe serokê Amerîkayê, şerê Rûsyayê yê li dijî welatê wî dê zûtir bi dawî bibe.
Di hevpeyvîneka radyoyê de Zelenskî gotiye ku rewşa şerê li rojhilatê Ukraynayê dijwar e û Rûsya pêş ve diçe. Wî diyar kiriye ku hevtayê wî yê Rûsî, Vladimir Putin, ji bo lihevkirina aştîyê ne amade ye.
Zelenskî gotiye ku yasayên Amerîkayê destûr nadin ku ew beriya meha Çileyê ya 2025ê bi Trumpî re hevdîtinê pêk bîne. Serokê Ukraynayê diyar kiriye ku ew tenê dê bi Trumpî bixwe re biaxive, ne bi şêwirmend an nûnerên wî re.
Rûsyayê ragihandiye ku wan gelek dronên Ukraynî li herêmên cida yên welêt xistine. Li herêma Kurskê 15 dron, li herêma Bryanskê û Lipetskê jî yek dron hatine xistin. Li herêma Belgorodê jî êrîşan ziyan gihandine avahîyan, lê kes nehatiye birîndarkirin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...