Îranê bi dronan êrîşî ofîsa Mesrûr Barzanî kiriye
Dronên Îranê îro li Hewlêrê nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û mala Rêveberê Ajansa Parastinê kirine
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskîyî roja 16ê Çirîya paşîn, 2024ê li parlamentoya Ukraynayê plana serkeftinê ya Ukraynayê pêşkêş kiriye.
Zelenskîyî gotiye ku ev plan dikare bê pêk anîn, lê ew girêdayî hevkarên wan e.
Pêşniyar ji pênc xalan pêk hatiye. Yek ji wan vexwendina endametîya NATOyê ye. Xaleka dî jî ew e ku şer dê li ser axa Rûsyayê bê kirin. Herwiha, pêşniyara paketa astengkirina stratejîk a ne-nukleer li ser axa Ukraynayê jî tê de heye.
Zelenskîyî gotiye ku armanc ew e ku Rûsya neçar bimîne beşdarî civîna aştîyê bibe û amade be şerî bi dawîyê bîne.
Wî gotiye ku heke plan bê piştgirî kirin, ew dikarin şerî herî dereng sala bê bi dawîyê bikin.
Zelenskîyî bal kişandiye ser piştgirîya Koreya Bakur, Îran û Çînê ku piştgirîyê didin Rûsyayê. Wî gotiye ku Koreya Bakur ne tenê çek, herwiha personel jî ji bo kargehên Rûsyayê û artêşê dabîn kiriye.
Çavkanî: Kyiv Independent, Reuters, Associated Press, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...