Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Erdhêja 6ê Sibatê 19 rojan li du xwe hîşt.
Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku "Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn" Arif Samî Rende hatibû binçavkirin.
Li gor nûçeya NTVyê Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen hatiye berdan.
Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku hezar û 405 zarokên bênasname ji alîyê malbata xwe ve hatine nasîn. Wezaret wan zarokan teslîmê malbata wan kir.
Wezaret diyar kir ku nasnameya 106 zarokên ji herema erdhêjê hîn nehatine tespîtkirin.
Waliyê Dîlokê Davut Gulê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da.
Li Nurdaxî û Îslahiyeyê di avahiyên hilweşiyayî de kêmasî hatin dîtin. Derbarê wan avahiyan de 22 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li 80 kesan jî digerin.
Davut Gul
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...