Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Îro di nav rêveberên şirketên mezin de zû rabûn wek nîşaneya serkeftinê tê dîtin. Tim Cook ê "Apple"yê û Bob Iger ê "Disney"ê di navbera saet 4 û 5ê sibehê de radibin.
Lêkolînek nîşan dide ku ji sedî şêst û pêncê rêveberên Amerîkî berîya saet 6ê radibin.
Demên bêdeng ên sibehê çend feydeyan didin mirovan:
Lêkolînan diyar kiriye ku kesên zû radibin (kesên seyfî) xwe bextewartir û saxlemtir dibînin. Li gorî lêkolîneka Fînlandayê, mêrên ku zû radibin ji yên derengrab %4 zêdetir pereyan qezenc dikin.
Lê belê zû rabûn ne hertim baş e:
Zanyar dibêjin ku ritma laşê mirovan bi piranî bi genên wan ve girêdayî ye. Hewldana guhertina vê ritmê bi zorê ne baş e. Yên ku hewl didin bibin 'dîkilê sibehê' pir caran mecbûr dimînin qehweya zêde vexwin. Ji alîyê din, beşdarên 'şevbuhêrk'an jî di civînên sibehê de têra xwe çalak nabin.
Piranîya mirovan ne 'dîkilê sibehê' ne û ne jî 'kesên şevbuhêrkan' in. Ew di navbera herduyan de ne. Ji ber vê yekê ye ku piranîya nivîsîgehan di navbera saet 9 û 5ê de dixebitin.
Her mirov xwedî ritmeka xwezayî ya laşî ye. Li şûna ku em xwe bi zorê biguherin divê em vê ritma xwe nas bikin û li gorî wê bijîn.
----
Çavkanî: The Economist, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...