Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Diyarbekirê Cejna Karker û Kedkaran ya 1ê Gulanê ya 2023yan li Meydana Daxqapîyê pîroz kir. Meydan bi flamayên partî û sendîkayên tandans-çep hat dagirtin. Xêncî sloganên bi Tirkî û Kurdî yên ser bijîkirina 1ê Gulanê, hinek stran û slogan dijî îqtidara Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hatin gotin. Kedkar û karkeran bi stran û sloganan got ku dawî li îqtidara Erdogan tê. Erdogan ji pankarteke li ser sûran li meydanê dinêrî. Meydan ku bi sedan barîyer û polîsan hatibû dorpêçkirin.

Kedkarên komunîst û sloganên wan.

Bi pankarteka Kurdî li bin roya Gulanê foto-xatirayeka kedkarên sihetê.

Kedkarek dibêje di depremê de bi deh hezaran kes mirine, lê dersek nehatiye girtin jê.

Dest û qurnefîlên govendeka li meydanê.

Xwendevanên demokrasîyeka nû û 1ê Gulanê.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...