Sîmyager: Rêyeka li pey xwebûn û xwenaskirinê - Güneydoğu Ekspres
Hunermendê rapê Sîmyagerî rêwîtîya xwe ya 13 salan ya muzîkê ji rojnameger Veli Baltacı re nirxandiye. Hunermendî li ser astengên
Hunermend û stranbêj Alî Tekbaş dê dersên Newayên Kurdî yên Gelêrî bide.
Alî Tekbaş li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku ew dê dersên Newayên Kurdî yên Gelêrî bide.
Ders dê meha Berfanbarê li Stenbolê, li Studio Drum & Bassê bêne dayîn. Alî Tekbaş her heftîyê dê du saetan bi awayekî grupî dersan bide.
Tekbaş dê dersên wekî Rastgona Stranên Kurdî(teknîkî), Perwerdeya Deng û Teşeyên Muzîkên Botan/Colemêrg/Behdînan bi tecrûbe, serpêhatî û bi berhevkarîya xwe ya stranên herêmî pêşkêş bike.
Kesên ku dixwazin beşdar bibin dikarin li ser alitekb@gmail.com têkilîyê danin.
Ji ber ku kesên ku dê beşdarîyê bikin tam dîyar nebûne saet û rojên dersan ne dîyar in. Lê Alî Tekbaş bo Botan Timesê ragihand ku ew dê heftîya ewil ya Berfanbarê, roja şemî an jî yekşemê dersên xwe bide. Piştî ku beşdar teqez bûn ew dê werin agahdarkirin.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...