Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Îro danê sibehê li Amedê, hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî (Arslan) ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatine desteserkirin.
Helîm Omerî li mala xwe hatiye desteserkirin, Azad Bedran li balafirgehê hatiye desteser kirin. Her du hunermed ji bo Rêveberîya Ewlehîyê ya bajêr hatine birin.
Heta niho sedema desteserkirina van herdu hunermendan nehatiye dîyar kirin.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li ser vê bûyerê daxuyanîyek daye û gotiye ku ev êrîşek e li dijî performans û zindîbûna muzîk û hunera Kurdî ye. NÇMê di daxuyanîya xwe de holê gotiye: "Muzîk û hunera Kurdî nayê bêdengkirin!"
Çavkanî: Rûdaw, "Azad Bedran û Helîm Omerî hatin desteserkirin", 7ê Cotmeha 2024an, https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/071020241
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...