B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê daye zanîn ku duhî di Newroza Amedê de ji 100î zêdetir zarok hatine destserkirin. Navendê daye zanîn ku ev mû'amele di çarçoveya mafê civînên aştîyane û pîrozkirina Newrozê de binpêkirina mafan e û desteserkirina zarokan ne kirineka rewa ye.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê:
"Zêdeyî 100 zarokên ku xwestin Newrozê pîroz bikin ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.
Li gel sûcdarkirina pîrozkirina Newrozê ya di çarçoveya mafê civîna aştîyane de,
bi awayekî binpêkirina mafan, bi mu'ameleya xerab, girtina zarokan di şert û mercên girtîgehê de ne rewa ye. Zarokên ku ji azadiya xwe hatine desteserkirin, divê demildest bên berdan."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...