[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Serokê ABDyê Joe Biden piştî êrişa li ser nexweşxaneya El Ehli Baptistê ya li Xezeyê çû Îsraîlê. Biden: Wisa dixuye ku ew teqîna li nexweşxaneyê pêk hatîye ji alîyê din ve hatiye kirin.
Serokê ABDyê Joe Biden çûye Îsraîlê. Pêşwazîya Bidenî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog kiriye. Berî hevdîtinê her du alîyan daxuyanî daye çapemenîyê.
Li gorî nuçeya Gazeteduvarê Biden li ser wê yekê ye ku berpirsê êrişê ne Îsraîl e ku Biden gotiye: Wisa dixuye ku ew teqîna li nexweşxaneyê pêk hatîye ji alîyê din ve hatiye kirin.
Biden gotiye: ABD li kêleka Îsraîlê ye.
Binyamin Netanyahu gotiye: Em spasdar in ku hûn îro hatine vê derê û we di van demên nexweş da piştevanîyeka aşkera bo me kir. Ev piştevanî rengvedana îradeya piranîya xelkê Emerîkayê ye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...