Çapa didoyê ya kitaba"Cemîlpaşazadeyan" derketiye

Çapa didoyê ya kitaba"Cemîlpaşazadeyan" derketiye

Lîkolîner Malmîsanijî pirtûkeka li ser dîroka malbata Cemilpaşazadeyan nivîsîye. Weşanxaneyê çapa duyem a pirtûka bi navê "Diyarbekirli Cemilpaşazadeler ve Kürt Milliyetçiliği" çap kirîye. Ev xebata dîrokî û lêkolînî bi çapa nû gihîştîye ber destê xwendevanan.

Malbata navdar navê xwe ji Cemîl Paşayî girtîye. Cemîl Paşa paşayê dema Osmanî bû. Malbatê di wextê xwe de hêzeka mezin a aborî û polîtîk ava kirîye. Dewletê di wî demî de alîkarîya malbatê kirîye. Bi vî awayî bandora malbatê ya li ser herêmê zêde bûye.

Zanyarên malbatê li Ewropayê xwendine

Di destpêka sedsala bîstan de çend law û nevîyên Cemîl Paşayî li Stenbolê û Ewropayê xwendine. Hişmendîya kurdewarîyê li Stenbolê di dilê van ciwanan de çêbûye. Ekrem Beg û Kadrî Beg pêşengîya van ciwanan kirîye. Ev ciwanên malbatê li bin bandora mîllîyetperwerên kurdan de mane. Paşê wan di rêxistinên kurdan de karên aktîf kirine.

Dewletê malbat sirgûn kir

Endamên malbatê di navbera salên 1912 û 1925an de daxwaza mafên neteweyî yên kurdan kirîye. Malbat li dijî Komîteya Îttihat û Terakkîyê derketiye. Paşê wan li dijî Kemalîstan jî xebat meşandîye. Serhildana Kurdan a sala 1925an rewşa malbatê xirab kirîye. Dewletê cezayê giran daye malbatê.

Hikûmetê ne tenê sîyasetmedarên malbatê ceza kirine, hemî endamên dî yên malbatê jî girtinee û ew sirgûn kirine. Ev endamên dî qet tevlî karên sîyasî nebûbûne.

Malmisanijî koka malbatê dîyar kiriye

Malmîsanijî di vê xebatê de secere û rayên malbatê derxistîye. Ev lêkolîn behsa dîroka malbata pirneteweyî dike. Nivîskarî rola malbatê ya di nav tevgera neteweyî ya kurdan de bi belgeyan nîşan daye. Di pirtûkê de jînenîgarî û gelek wêneyên taybet ên malbatê hene.

Çavkanî:

Botan Times, Avesta

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.

google-site-verification: google3951d45e90a8a0c0.html