CHPê li dijî AKPyê serlêdana sûcdariyê kir

Share
CHPê li dijî AKPyê serlêdana sûcdariyê kir
Ekran-Resmi-2023-02-04-11.31.18

Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) a Şaxa Ciwanên yê Nazîllîyê afîşa wêneyên serokên Tifaqa Netewî aliqandin.

Afîş li navçeya Nazîllî ya Aydinê hat aliqandin. Karîkaturên lîderan li dora maseyê kom bûne û di bin maseyê de çekdarek dê dîtin.

Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Aydinê û Endamê Komîsyona Edeletê Suleyman Bûlbûl çû cîyê ku afîşê hatiye aliqandin. Li wir daxuyaniyek da.

“Şaxa Ciwanan a Nazîllî ya AKPyê pankarteke kîret bi dar de kirine. Ew afîş Partîya Şeşan bi terorîzmê sûcdar dike. Ma mafê we heye ku serokên rêzdar ku ji nîvî zedetir welatên temsil dikin, bi terorîzmê tawanbar bikin?”

Suleymen Bûlbûl

Bûlbûl, der barê pankartê  de bi hinceta ku Partîya Îtîfaka Netewî "Têkiliya wan bi terorê re heye" serlêdana sûcdariyê kir.

Read more