Di Psîkoterapiyê de Rola Zimanê Zikmakî: Nêrîneke Kûr li ser Serpêhatiyên Kurdan

Di Psîkoterapiyê de Rola Zimanê Zikmakî: Nêrîneke Kûr li ser Serpêhatiyên Kurdan
Wêne: Botan Times / Gemini AI

Pêdiviya psîkoterapiya bi zimanê zikmakî di ezmûna Kurdî de bi awayekî zelal tê dîtin. Ziman ji bo hestên me yên kûr û nasnameya me ya çandî wekî rêgezeke giring xizmetê dike. Temînkirina gihîştina lênihêrîna tenduristiya derûnî ya bi zimanê zikmakî ne tenê pirsgirêkeke hêsan e, lê hêmaneke giring a lênihêrîna tenduristî ya dilovan, bibandor û wekhev e jî.

***

Di warê tenduristiya derûnî de, giringiya wergirtina psîkoterapiyê ya bi zimanê zikmakî, aliyekî giring ê pêvajoyê ye ku pir caran tê paşguhkirin. Ev mijar bi taybetî dema ku em li tecrubeyên neteweyên din ên mîna Kurdan dinêrin -ku ew di gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê zikmakî de rastî astengiyan tên- derdikeve pêş. Dema em vê mijarê kûrtir vekolin, em dîmenekê derdixin holê ku ziman ne tenê navgîneke ragihandinê ye, ew di heman demê de di pêvajoya dermankirinê de amûreke giring e. Bi vekolîna pêwendiya tevlihev a di navbera ziman, çand û tenduristiya derûnî de armanc ew e ku tevliheviyên ku di binyada vê pirsgirêka giring de ne derxînin holê û di dermankirina tenduristiya derûnî de nêzîkatiyeke berfirehtir biparêzin. Di vê gotarê de ez ê behsa di wergirtina alîkariya derûnî ya bi zimanê zikmakî de zehmetiyên civaka Kurd bikim û balê bikêşim ser di dermankirina derûnî de giringiya zimanê zikmakî.

Di psîkoterapiyê de giringiya zimanê zikmakî

Ziman, ne tenê alîkariya me dike ku em bi hev re biaxivin. Ziman di jiyana me de roleke gelekî mezintir dilîze; em kî neem çawa hîs dikinem çawa tevdigerinem çawa pirsgirêkên xwe çareser dikin û em cîhanê çawa dibînin ji nêzîk ve tekîldarî zimanî ne. Ya ku Pavlenko (2006) ji me re dibêje ev e û ev jî di psîkoterapiyê de cihekî giring digire. Di terapiyê de gelekî giring e ku meriv baş biaxive û hevûdu fêm bike. Ji ber vê yekê, wergirtina terapiya bi zimanê zikmakî pir kêr hatiye. Costa û Dewaele (2019) di lekolînên xwe de dîtin ku dema ku terapî bi zimanê zikmakî tê meşandin, îhtîmaleke mezin teşxîseke rast tê danîn, mirov xwe rehettir hîs dikin û têkiliyeke bihêztir di navbera terapîst û nexweş de çêdibe.

Ji bo gelek kesan, axaftina bi zimanê zikmakî ji wan re dibe alîkar ku hestên xwe kûrtir û zelaltir parve bikin. Verdinelli û Biever (2009) destnîşan dikin ku dema mirov tedawiyê bi zimanekî ku ne zimanê wan ê yekem e werdigirin, ew pir caran zehmetiyan dikêşin ku hestên xwe bi xurtî an jî rast vebêjin. Pirsgirêka ziman, dikare bibe sedem ku terapî kêm bandor be, terapîst pirsgirêkê rast fam neke û texhîseke rast nedane. Ev yek jî dibe sedem ku terapî bi ser nekeve.

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.