B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Du rojnamegerên ku di qenala nûçeyan a Fox Newsê de dixebitîn di dema pevçûnên li Ukraynayê de mirine.
Kameraman Pierre Zakrzewskiyê 55 salî û çêker Oleksandra Kuvshinovaya 24 salî, nêzî Kievê li Horenkayê hatine kuştin. Hatiye zanîn ku otomobîla wan hatiye gullebarankirin.
Hevkarê wan ê 39 salî Benjamin Hall birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê.
CEOya Fox Newsê Suzanne Scottê di derbarê vê bûyera ku duh pêk hatiye de gotina "rojeke ku dilê me şikand" bi kar anîye.
Serokwezîrê Îrlandayê Micheál Martin jî ji ber mirina Kuvshinova û welatiyê Îrlandî Zakrzewski xemgîniya xwe ya kûr anîye ziman.
Roja Yekşemê, rojnamevanê Amerîkî Brent Renaud li derveyî Kîevê, li bajarokê Irpinê hatibû kuştin. Ew yekem mirina tomarkirî ya rojnamegerekî biyanî bû ku şerê Ukraynayê dişopîne.
Li gorî Seroka Mafên Mirovan a Parlamentoya Ukraynayê Lyudmyla Denisovayê heta niha herî kêm 2 rojnamegerê Ukraynayê mirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...