[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Serokê DYAyê Joe Biden aşkere kir ku “ji bo bersivdayîna êrîşên li Deryaya Sor", wan li Yemenê li hêzên Hûsiyan xistin e. Hûsiyan diyar kirin ku di êrîşan de 5 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Ti êrîşeke li dijî Yemenê wê bê bersiv nemîne."
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îngilîstanê li çend bajarên Yemenê li dijî hin xalan êrîşên hewayî pêk anîn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê ya ku ji çavkaniyên herêmî yên Yemenê girtine, balefirên şer ên DYA û Îngilistanê bi şev hin cih û xalên li Sanaya paytexta Yemenê, bajarên Hudeyde û Taîzê dan ber bombeyan.
Hin rayedarên DYAyê ku daxuyanî dane medyaya wî welatî ragihandin ku hêzên Amerîkî û Îngilistanê herî kêm li 12 hedefên Hûsiyan xistine û êrîş bi balafirên şer û muşekên Tomahawk hatine kirin.
Ajansa nûçeyan a Hûsiyan, SABAyê jî, agahî parve kir ku paytext Sana, Hodeyda, Sada û Zemar "bi êrîşên DYAyê re rû bi rû ne".
Ji bo berdewamîya nivîsa bianetê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...