Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Şanoger Erdal Kaya, piştî serkeftina standupa xwe ya "Vik û Vala", bi berhemeka nû ya bi navê "Zikopişto" vedigere ser dikan.
Kaya bi standupa xwe ya "Vik û Vala" du salan, zêdetirî 100 caran, li gelek cihan lîstiye û bala gelek temaşevanan kişandiye. Ev stand up di gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye pêşkêşkirin. Salonên ku Kaya lê derketiye ser dikê, hema hema her tim tijî bûne.
Niho Kaya amade ye ku bi standupa xwe ya nû "Zikopişto" derkeve pêşberî temaşevanan. Ev standup dê di meha Çirîya paşîn a sala 2024ê de bê pêşkêşkirin.
Dema Kayayî li Berlînê stand upa Vîkî Valayê dilîst nivîskarê Botan Timesê Ferîd Demirel jî li wê derê bû. Li gor notên Demirelî:
Standupa Kayayî înteraktîf e. Ew hewl dide ku temaşevanan jî têxe nav pêvajoyê. Di dema pêşkêşkirinê de, bi taybetî dema behsa girîngiya zimanê kurdî dike, temaşevan bi coş û peroş jê re li çepikan didin û piştgiriya wî dikin.
Li 9ê Çirîya pêşîn, li Berlînê, paytexta Almanyayê, Kaya li salona Atze Musiktheaterê derketiye pêşberî temaşevanan. Li vê derê jî derdora 350 kesî ew temaşe kirine û salonê tijî bûye.
Cihê pêşkêşkirina standupa nû "Zikopişto" hê nehatiye dîyarkirin û dê paşê bê ragihandin. Herwiha dîroka destpêka firotina bîletan jî dê di demeka nêzîk de bê eşkerekirin.
Çavkanî: Botan Times, Rênas Kaya
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...