B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Fîlma Bîraxaneyê ku derhêner û senarîstê wî Bilal Korkut e dê li bajarên Batman, Amed, Mêrdîn û Wanê bê nîşandan.
Bîraxane sala 2022yan li Mêrdînê hate teswîrkirin. Fîlm li yek mekanî derbas dibe û mijara fîlmê li ser helbestên şaîrê navdar ên Arjen Arî hatiye raçandin.
Filma Bîraxaneyê promîera xwe ya cîhanî li 9emîn Festîvala Fîlman a Netneteweyî ya Duhokê pêk anî.
Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Yavuz Akkuzu, Kemal Ulusay û Hilmi Demirer wekî lîstikvanên serekî di fîlmê rol digêrin.
Piştî demeka dirêj fîlm dê li çendîn bajarên kurdan bê nîşnandan. Bernameya nîşandanê fîlmê;
2yê Îlonê li Şanoya Rûtuela a Batmanê saet 20:00ê,
3yê Îlonê li Bezgin Bekira Amedê,
6 û 7ê Îlonê li Şaneşîna Mêrdînê û li Nisêbînê,
9ê Îlonê li Wanê di çarçoveya chalaKİNOyê dê bê nîşandan.

Bîraxane, yekem fîlma dirêj ya honakî ya Bilal Korkutî ye. Korkut, heta niha kurtefîlmên wekî Li Pey Nanê Xwe, 2 Rapor Ji Akademîyê Re, Ez Tusubasa Me û Çi Bikim? berhem anîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...