B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Ulysses a James Joycî edî bi kurdî ye.
Helbestvan, wergervan û editor Kawa Nemir pîştî xebatên bi salên du dirêj romana navdar yê James Joycî wergerand bi kurdî.
Kawa Nemîrî agahiya xilasbûna wergera pirtûkê bi van gotinan bi şopînerên xwe re parve dike;
"Fîq û bîlûr û şûrên xwe hildin! Em vedigerin îthakiya Kurdistanê"
Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin.
Weşanxane bi parvekirina xwe mizgîniya Ulyssesa kurdî da xwendevanên xwe.
Her wiha hat ragihandin ku çapa taybet ya pîrtûkê dê di nava çend rojan de derbikeve.
Yek ji berhemên herî navdar a edebiyata dinyayê piştî xebateke dûdirêj edî bi kurdî ye. “Ulysses”a James Joyce bi wergera Kawa Nemir derket. ÇAPA TAYBET JÎ HETA ÇEND ROJAN DERDIKEVE!"
Helbestvan, wergêr û edîtor e.
Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknivîsên îngilîz , îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî.
Kawa Nemir, ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Wî heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.
Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Kawa Nemir niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...