B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC), Cemîyeta Rojnamegerên Başûrrojhilatê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî li dar dixe.
Civaknas û hîndekara xwendina bilez Leyla Aytek, di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de dê li Avahîya Sûmerparkê ya Cemîyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî li dar bixe.
Atolye, dê teknîka xwendina bilez pêşkeşî beşdaran bike û dê firsendan bide beşdaran ku di wî warî da pratîkan bikin. Di bin rêberîya Leyla Aytekê da, beşdar dê şîyana xwe ya têgihiştin û nivîsînê zûtir pêşde bibin.
Ders, dê 21ê Sibata 2024an, li Avahîya Sumerparkê ya Cemîyeta Rojnamegerên Başûrrojhilatê di navbera 17.00-19.00an da bê dayîn.
Naveroka Perwerdeyê:
- Xwendina Lezgîn çi ye?
- Ji bo çi xwendina bilez girîng e?
- Testa amadekariyê û piratîkê.
- Xeletiyên Xwendinê.
- Rê û rêbazên famkirinê ji bo xwendina lezgîn.
- Temrînên çavî.
Forma serlêdanê.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...