Barikat Botan’dan Amedspor’a yükselen ses: “Biz bir aileyiz”
Şırnak, Cizre ve Silopi başta olmak üzere bölgenin farklı kentlerinden yola çıkan yüzlerce taraftar, Amedspor sevgisi etrafında buluşuyor. Farklı mesleklerden
Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC) (Cemîyeta Rojnamegerên Başur-Rojhilatê) dê Perwerdeya Sepanên (bername) Hişê Çêkirî bide.
GGC armanca vê perwerdeyê wisa dîyar dike ku ew dixwazin beşdaran fêrî agahîyên pêwîst yên derbarê hişê çêkirî da û bikaranîna wê di rojnamegerîyê da bikin. Herwiha, di encama dersan da, dê ew şîyana beşdaran hebe ku bikaribin hişê çêkirî li ser rojnamegerîyê tetbîq bikin.
Pisporê Medyaya Dîjîtal û Berpirsê Karên Derveyî yê GGcyê Hozan Adar dê dersan bide.
Di çarçoveya perwerdeyê da, dê li ser mijarên wekî bingehên hişê çêkirî, qadên bikaranînê, berpirsyarîyên etîk û geşedanên teknolojîk yên aktuel bê sekinîn.
Beşdarî bê pere ye û piştî perwerdeyê dê sertifîka bêne dayîn.
Serlêdanên perwerdeyê heta 26ê Rêbendanê, saet 17:00 dê berdewam bin.
Ders dê 27ê Rêbendanê saet 13:00an, li Botan Internationalê dest pê bike û dê 3 saetan bidome.
Ji bo forma serlêdanê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...