Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Han Kanga ku xwediya berhemên wek "The Vegetarian" (Giyaxwer) e, ji bo "nesra wê ya helbesta kûr ku rû bi rûyê travmayên dîrokî dibe û şikenbariya/nazikîya jiyana mirovî eşkere dike" hatiye pesindan.
Anders Olsson, serokê komîteya Xelata Nobelî, li ser berhemên Hanê gotiye "hestiyariyeka yekta ya têkiliyên di navbera laş û ruh, zindî û mirî de heye û bi şêwazeka helbestî û ceribandinî bûye nûjenkerekê di nesra hevdem de".
Han Kang nivîskareka 53 salî ye. Ji Korêya Başûr e. Ew di sala 1970yê de li bajarê Gwangjuyê hatiye dinyayê. Dema 10 salî bûye, malbata wê bar kiriye taxeka Seoulê. Wê li Zanîngeha Yonseiyê ya paytext xwendina wêjeya koreyî temam kiriye.
Di nav berhemên wê de "The Vegetarian" (Giyaxwer), "The White Book" (Kitêba Spî), "Human Acts" (Kiryarên Mirovî) û "Greek Lessons" (Dersên Yewnanî) hene. Romana wê ya "The Vegetarian" (Giyaxwer) ku di sala 2007ê de hatiye nivîsîn û di sala 2015ê de ji aliyê Deborah Smith ve hatiye wergerandin, di sala 2016ê de xelata International Booker wergirtiye.
Romana wê ya herî dawîyê "We Do Not Part" (Em Ji Hev Venaqetin) dê di sala 2025an de bi îngilîzî were weşandin. Çîroka vê romanê li ser nivîskarekê ye ku bandora serhildana Jejuyê ya 1948-49ê ya li ser malbata hevaleka xwe vedikole.
Çavkanî: Reuters, The Guardian (Ella Creamer), Botan Times, Malpera Han Kangê (han-kang.net)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...