Hejmara 18yan ya Psychology Kurdî derket

Share
Hejmara 18yan ya Psychology Kurdî derket
Ji-bo-malpera-nu-33

Kovara Derûnnasîyê Psycholgy Kurdî bi hejmara xwe ya 18yan ji weşanên Avestayê çap bû.

Psycholgy Kurdî çar mehan carekê bi dosyeyekê derdikeve ku hejmara wan ya 18yan bi sernavê Têkilî û Malbat derket.

Ev kovar ji sala 2016yan vir ve, çar mehan carekê diweşe.

Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên cuda yên li ser malbat û têkilîyê li pêşberî xwînerên xwe ye.

Edîtorîya kovarê ji alîyê kesên wekî Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê kirin.

Naveroka wê:

Têkiliya Malbatî, Tendirustî û Trawmaya Nifşguhêzî: Jan Ilhan Kizilhan, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Öztunç.

Şideta Nav Malbatê û Zarok: Gülperi Gündüz.

Ragihandina Navmalbatî û Serkeftina Dibistanê: Enver İleri.

Hevpeyvîn bi Sezai Halifeoğlu re: Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn.

Norobiyolojiya Evînê û Têkiliyên Nêz: Azad Dildar.

Hin Ponijîn li ser Malbatê: Yusuf Atabay.

Îstîsmara Hestî ya li Hember Zarokan: Siyabend Aslan.

Teoriya Girêdanê: Leyla Turhan.

Hevberdan û Bandora Wê li Zarokan: Fatma Zehra Gemi, Samed Doğan.

Tutumê Keye û Psikolojîyê Domanan: Erdal Gül.

Bandora Cureyên Malbatan li Şîzofreniyê û Şîroveyên Derbarê Nêzîkahîtêdanên Wê: Mehmet Ali Erol.

Ne/pêkaniya Herka Civakî di Romana Zadie Smithê ya bi Navê Diranên Spî de: Hoşeng Nizarî.

Stres: Hataw Ahmed Sharıf: Wergera ji Soranî: Mehmet Ali Erol.

Pirs û Bersiv bi Medenî Ferho re: Psychology Kurdî

Termên Derûnnasiyê: Psychology Kurdî.

Read more