B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Hevserokê HEDEP’ê yê navçeya Bongilana Çewlîgê Ubeyîp Ozer jî di nav de 5 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Polîsan, 6 û 7ê Mijdarê li Çewlîgê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê bi ser malan da girtîbû û 18 kes hatibûn desteserkirin ku Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeya Bongilanê Ubeyîd Ozer jî di nav wan da bû. Desteserkirî hemû li Midûriyeta Polîsan a Çewligê hatibûn ragirtin.
11 kes ji wan piştî îfadeyên wan yên li midurîyeta polîsan hatin berdan, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ubeyîd Ozer, Mazlûm Serînyel, Abdûrrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaattîn Narînç di nav de 7 kes sewqî Edliyeya Çewlîgê hatin kirin.
Li gorî nuçeya Ajansa Mezopotayayê 7 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” tên sûcdarkirin piştî wergirtina îfadeyên wan yên dozgerîyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin. Hevserokê HEDEP’a Bongilanê Ozer, Serînyel, Sav, Dogan û Narînç bi heman îdiayan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...