Kê, çi ji bo Wanê got?

Share
Kê, çi ji bo Wanê got?
iStock-527617369-2048x1103-1

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Li ser vê yekê ewil li Wanê protestoyan dest pê kir ku paşî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Stenbolê jî protestoyan dest pê kir.

Gelek kes, part, serok û dezgehan derbarê Wanê da daxuyanî dan. Çendek ji wan wiha ne:

DEM Partî

Daxuyanîya ewil ji DEM Partîyê hat û di daxuyanîyê da hat destnîşankirin ku gelê Wanê îradeya xwe bi awayekî xurt û aşkere nîşan da. Ev îradeya bihêz, di heman demê da bersiveka xurt e ji bo rejîma qeyûman jî. Digel ku xelkê peyameka zelal jî da, li Wanê hewlên nû yên derhiqûqî dest pê dikin.

Tuncer Bakırhan

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakırhan: Diyar e ku ji vê rewşê ne rehet in. Em pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin. Ev darbeyeka siyasî ye. Divê dawî li vê pêkanînê bê. Îradeya gel e, nayê guherandin

Tulay Hatîmogullari

Hevseroka Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari: Ev darbeyeka sîyasî ye. Desthiladarî bi vê hilbijartinê têk çûye. Ji ber vê dixwaze tola xwe ji DEM Partîyê hilde. Em îtîraz dikin.

Özgür Özel

Özgür Özel nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê anî ziman û got hevrikê wî sê qat deng standine lê didin yê duyemîn.

“Heke gelê Wanê ji zêdetirî 3 qet dengan kesek ji bo şaredarîya bajarê mezin hilbijartibe, divê em hemî rêzê bigirin. Ev yek berê li Stenbolê jî kirin. Dê berdêla wê giran bidin. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha bikin. Ez wî şîyar dikim. Tenezila tiştekî wiha hemû gotinên wî vala derdixe"

Ekrem İmamoğlu

Ekrem İmamoğlu Serokê Şaredarîya Stenbolê: Ev nayê qebûlkirin. Divê em hemî bi hev re bertekên xwe li dijî wê yekê nîşan bidin ku hilbijartin di bin tesîra biryarên qestî yên darazê da bimînin. Divê em li kêleka demokrasîyê bisekinin.

Kemal Kılıçdaroğlu

Kemal Kılıçdaroğlu: Temelên vî welatî li ser demokrasîyê ava bûne. Ne tu, xwedîyên te bên nikarin vê biguherin. Xelkê Wanê biryara xwe da, tiştek nakeve berê te. Bi ya demokrasî û edaletê bike û mazbatêyê bide yê ku bi dest xistîye.

HÜDA PAR

HÜDA PAR: Piştî ku hilbijartinên Şaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê hat kirin nedayîna mazbatê ji bo yê ku bi dest xistîye, binpêkirina îradeya gel e.

Read more