Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Lêkolîner Hakim Zeyrek bi pirtûka xwe ya bi navê "Mîtolojîya Botanê û Bawerîyên Xelkê Wê" derketiye pêşberî xwendevanan. Ev berhem ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye weşandin.
Zeyrek di vê kitêba xwe de li ser mît û bawerîyên gelê herêma Botanê rawestiyaye. Kitêb bi metodeka akademîk bandora van mîtan a li ser jîyana modern vedikole.
Di kitêbê de hatiye dîyarkirin ku mît û bawerî ji demên kevn heta niho bandora xwe li ser civakan didomînin. Zeyrek bal dikişîne ser wê yekê ku ev mît di pêşketina civakê de xwedî roleka girîng in.
Ev xebat berhemeka ilmên gelnasî, antropolojî, teolojî û dîrokê ye. Pirtûk herwiha li ser têkilîya di navbera mît û dînî de jî disekine.
Pirtûk ji bo têgihiştina çanda herêma Botanê çavkanîyeka baş e. Berhem bi taybetî ji bo lêkolînerên ku li ser çanda herêmê dixebitin dê bibe çavkanîyeka sereke.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...