B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li Mêrdînê komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye, bi navê Şaneşîn Performansê. Navenda komê li Mêrdînê ye û ev kom bi pêşengîya hin mamosteyên kurdî hatiye avakirin. Wan di daxuyanîya xwe de gotine ku armanca wan xizmetguzarîya ziman û şanoya kurdî ye, lewra wan biryara avakirina komekê daye.
Kom hîn gelekî nû ye, 9ê Sibata 2022yan hatiye avaakirin, lewra jî hîn lîstik û performansên wan tune ne. Lê ew amadekarîya lîstika xwe ya yekem a bi navê "Bêcir"ê dikin. Wan diyar kiriye ku ew ji bo lîstika xwe ya bi navê "Bêcir"ê li benda arîkarîya temaşevan û dilxazan in, û wan diyar kiriye ka bi kîjan rêyê dikarin bibin arîkar jî. Daxuyanîya wan bi tevahî wiha ye:

"Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.
"Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.
"Şaneşîn Perfomans niha amadekarîya xwe ji bo lîstika “Bêcir”ê dike û ji bo ku vê lîstikê derxîne ser dikê alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze.
Weke temaşevan hûn dikarin çawa alikarîya me bikin?
" Li ser malpera www.pirtukakurdi.com û www.morizarok.com ê li ser navê Şaneşîn Performansê pîrtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin. Kesên ku dixwazin alikariya me bikin, dikarin li ser van malperan li ser navê me pîrtûkan bistînin.
Em ê çi bikin ji van pirtûkan û dê çawa alikariya we bigihije me?
"Dê projeya me 10 rojan berdewam bike û di dawiyê de pirtûkên ku hatine firotin,dê li ser navê Şaneşîn Performansê li Colemergê ji bo dibistanekê bê bexşkirin û herweha dê pirtûkên din jî em ê li kêleka biletên şanoyê, wek diyarîya we bi temaşevanên xwe re parve bikin û herweha pirtûkên ku hatine firotin dê bi sponsoriya Pirtukakurdî û Morî Zarokê ve ji bo lîstikê bê xerckirin.
Em bi kêlecan li benda temeşavanên xwe ne
Ligel slavan!
Ji bo têkilîyê:

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...