Kûrpêkirina War û Xurbetê di Stranên Nîvfolklorîk de

Kûrpêkirina War û Xurbetê di Stranên Nîvfolklorîk de

Di vê nivîsê de dixwazim du formên nîvfolklorîk ên du stranên tirk û kurdan bidim ber hevdu. Him strana "Bejna Zirav" (ji vir pê ve wekî BZ em dê binivîsin) a Şivan Perwer û Gulîstanê, him jî "Söyle Sunam" [Bêje Suna'm, ji vir pê ve wekî SS em dê binivîsin]  a Nurettin Rençber (wekî cure turkish folk e, folklora tirkî) û Asli Saraç di gel mêr û jinan têne gotin. Ango mêr û jin peyvan li ber hev dixin. Mijara her duyan doza evîndarîyê ye. Ne mûsîkayên berhemê lêbelê rolên jin û mêran di nav çîrokê de, hewl didim fahm bikim.

Di "Bejna Zirav" de mêr dibêje "Tu gula li gundê we ye / Yek wek te lê tuneye / Ji bo te ez ji dûr hatim / Dilê min di te de heye";  Jin dibêje "Kuro dîno de here / Li dora min negere / Xortê gundê me pir in / Keçê[n] me tune ji te re"; Mêr dibêje "Narim, narim, narim / Li vî gundî dîyar im / Li ser te evîndar im / Çûna bê te ez nikarim". Piştî bêhnekê dîsa mêr dibêje "Bejna zirav bejna te / Çavê xezala li ser te / Dilê'm bû perçe perçe / Ma ew ne bes e ji bo te"; Jin dibêje "Kuro lawo tu dîn î / Ma van awiran tu nabînî / Fesad û nerind pir in / Hêsan nîne evînî"; Li pey dîsgotinê mêr dibêje "Şeva di nîvê şevê da / Di berf û di bahozê da / Gilî û gazîne xwe dikim / Ketim mala bavê da"; Jin dibêje "Milê xwe bide vî milî / Te agir berda vî dilî / Em derkevin ji vî warî / Da xelas bin ji vî halî".

Min peyvên stranî yên "Söyle Sunam"ê bi wateyî wergerand ne ku bi hunerî û helbestî. Li gorî vê wergera serbest di "Söyle Sunam"ê [1] de mêr dibêje "bêje Suna'm tu ji ku derê yî / wek stêrkan diçûrisî / çima wisa damakirî yî / wer biçin xurbetê ez û tu"; jin dibêje  "çav bernede ji vê derê me / nava min û felekê ne xweş e/ ji ber vê yekê xembar im / de bi rêya xwe de biç"; mêr dibêje "ewê min ji kulê dibe keserê / hey ê ku aql ji serê min dibe / koka vê dinyayê derewîn / wer biçin xurbetê ez û tu; jin dibêje "peyvên te nakevin serê min / ma qey ji min dibe yar ji te re / ez nikarim merhem li birîna te 'dim / de bi rêya xwe de biç; mêr dibêje "min çîyayên asê qewaztin û hatim / çi û çi daketim lê ji qidûm neketim / wer biçin xurbetê ez û tu; jin dibêje "bila xeyal be, xewn be / yê ku ji peyva xwe şikand bila hişk be / bila canê min bibe hevcana te, canê min li cana te."

Wekî ku min jê derxîstîye sê epîzod û girêkên çîroka van her du stranan hene. Yek jê rasthatin e, a din daxwaza evînî ye û ya dawî jî rev e bi hev re. Di nav van de wesf û helwestên têkilîyan diguhere. Di BZê de jinik ji gundekî ye, wekî gul hatîye şayesandin, lawik ji dûr hatîye û dil ketîyê. Bersiva jinika di BZê de bi nazenînîyeke xwezan, lawikê ku yekcar wan gotinan dike jê re wekî dîn e, naxwaze li dora wê bigere, îcar ji bo ku nebêje bêxwedî û "bê mirad" e behsa xortên gund dike, her wekî din xerîbbûna lawik jî datîne ber wî û dibêje li vî gundî keç tune ji te re. Hesta xurt a komelwerî û nasnameyî ligel jinikê xurt e. Bi kurmancî jineke eşîr e. Destpêka SSê mêrik nizane jinik ji ku derê ye, pirsa wê dike dûvre şayesandina wê ya dirûvî dike. Li BZê romantîzm li SSê îltîfat li pêş e. Dilketina BZê li vir dibe daxwaza revê. Hêj ku nizane jinik ji ku derê ye doza revê dike. Lê li BZê beyankirina dilketinê heye lewma ligel romantîzmê ji SSê bêtir rasyonel e. Di bersiva jinê de li hember îltîfatê bersiveke ji xwe bawer heye, lê dûvre jinik dîyar dike ku yeka birîndar e û herweha berra wî dide.

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.