B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Kurtefîlma derhêner Aram Dildarî Navnîşan li ser MUBIyê îro hat weşandin. Kurtefîlma ku derhêner, senarîst û çêkerê wê Aram Dildar e sala 2022yan li Amedê hatiye teswîrkirin.
Ahmet Akman, Erdal Kaya, Şilan Alagöz, Roni Dildar, Bahoz Özsunar wekî lîstikvanên serekî di fîlmê rol digêrin.
Mamosteyekî ku karakterî sereke yê vê kurtefîlmê ye piştî xwendina xwe ya zanîngehê diqedîne, ji bo bajarê xwe tê tayînkirin ku bajarê xwe baş dizane. Lê dema vedigere, dibîne ku ew cihê ku dê li wir mamostetîyê bike tune ye û mamoste dikeve nava lêgerînekê.
Kurtefîlma Navnîşanê li Festîvala Filman a Stenbolê xelata serkeftîtirîn kurtefîlmê wergirtiye.
Derhêner û lîstikvan Aram Dildar heta niha kurtefîlmên wekî Da, Haziriyek Ji Bo Derengmayînê û Navnîşan berhem anîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...