Leyla Zana û Başak Demirtaş diçin Wanê

Share
Leyla Zana û Başak Demirtaş diçin Wanê
Ji-bo-malpera-nu-11

Sîyasetmedara Kurd Leyla Zana û hevjîna Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş ji bo piştigiriya Abdullah Zeydan diçin Wanê.

Zana û Demirtaş îro li Wanê, saet 12:00yan li parka Feqîyê Teyran dê ligel xelkê bicivin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.

Protestoya li Wanê dest pê kir li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê belav bû.

Herwiha gelek sazî, dezgeh, partî û serokên partîyan jî nerazîbûna xwe anî ziman û bertek nîşan dan.

Wekî din jî gelek sîyasetmedar û partîyan jî ragihand ku ew dê biçin Wanê an jî şandeyekê bişînin.

Yek ji wan sîyasetmedaran Leyla Zana ye û hevjîna Demîrtaşî ye. Herwiha CHPyê jî ragihandibû ku ew dê şandeyekê bişînin Wanê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Platforma Bajêr a Amedê jî ragihandîye ku biçin Wanê. Di daxuyanîya xwe da wiha gotine: Em li hêviyê ne ku ji vê biryara şaş vegerin û rêzê li îradeya gelê Wanê bigirin

Read more