Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li Amedê xirakirina avahiya Galerîayayê îro (Çarşem) destpêkir.
Dîyar Galerîa di heman demê de AVM ya herî kevn ya bajêr e. Li ser wê avahiyê 4 blok hebûn û bi sedan mirov tê de dijiyan.
Yek ji bloka Sîteya Galerîyayê di erdhêja 6ê Sibatê de hilweşiya.
Ji bo blokên mayî jî biryara hilweşandina bikontrol hat dayîn. Lê 14 heywanên ku di van blokan da dijîn di malên xwe de asê mane.
Bi hevkariya Walîtîya Amedê û Şeradariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin.
Li bajêr tevahî 409 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde mirî di vê sîteyê de bûn.
Ji sîteya Galerîyayê termê 89 kesan hatibû derxistin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...