Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li Amedê îşaret û hişyarîyên trafîkê yên kurdî jê birine.
Nayê zanîn ka kê ew îşaretên li ser rêyan jê birine.
Li Amedê, li ser rêyan bi kurdî û tirkî hişyarîyên trafîkê hatine nivîsîn ji alîyê Şaredarîya Amedê ve ku rêveberîya wê di destê DEM partîyê daye. Li ser rêyan “Pêşî Peya - Önce Yaya” û "Hêdî - Yavaş" hatibû nivîsîn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji alîyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.
Heta niha sazîyên ewlehîyê û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.
Hefteya borî, heman bûyerê li Wanê rû dabû û li wir jî îşaret û hişyarîyên kurdî hatibûne jêbirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...