A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî tê lidarxistin.
Pêşangeh bi hevkarîya Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê, Şaxa Egitim-Sena Batmanê û Şaredarîya Batmanê tê lidarxistin.
Pêşangeh 16yê Cotmehê dest pê dike û 20ê Cotmehê diqede.
Herî dawî pêşangeha kitêbên kurdî li Mêrdînê hatibû lidarxistin.
Di vê pêşangehê da dê çendîn weşanxaneyên kurdî cih bigirin.
Pêşangeh dê li Batmanê, li Parka Yilmaz Guney be.
Nivîskarê Botan Timesê Murad Dildar piştî pêşangeha Mêrdînê hevpeyvînek ligel rêvebirên pêşangehê kiribû: Beri hilbijartina şaredariyê, li Mêrdînê, ji aliyê walî û kayyûm ve fûareke pirtûkan hat lidarxistin. Lê di fûarê de qet cih nedabûn weşanxaneyên kurdî û pirtûkên kurdî. Bifikirin, li bajarekî wekî Mêrdînê fûara pirtûkan çêdibe lê qet pirtûkeke kurdî tune. Weşanxaneyeke kurd tune,nivîskareke kurd tune. Em ji viya pirr aciz bûn û me aciziya xwe,li ser navê baroyê, wekî daxuyaniyekê jî belav kir. Piştî vê fûarê me got, wekî tiştekî alternatîf, em dikarin çi bikin? Û fikra mîhrîcana pirtûkan bi me re çêbû.
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/mihricana-pirtukan-a-merdine-2.html

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...