B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Pêvajoya dengdanê ya li derveyî Tirkîyeyê ya ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê destpê kiriye.
Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo hilbijartina 28ê Gulanê li 151 nunertiyên Tirkîyeyê yên li 73 welatan bi tevahî li 167 deveran wê sindoqan deynin.
Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Netewî û Serokê Giştî yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdarogluyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vîdeoyekê bang li dengderên li derveyî Tirkîyeyê kir:
Ji bo tûra duyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkîyeyê biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikarbînin.
Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê dê ji 20ê Gulanê heta 24ê Gulanê bikaribin dengên xwe ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê bikar bînin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...