B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Psychology Kurdî bo Botan Timesê ragihand ku ew dê dersan bidin (perwerde) pispor û xebatkarên tenduristîyê yên li Semsûrê.
Bi piştgiriya eyaleta NRWê ya Almanyayê û bi hevkariya Enstituya Zanistên Tendirustiyê ya Navçandî (Institut for Transcultural Health Science), Zanîngeha Eyaleta Badenwuertembergê ya Almanyayê (Baden-Wuerttemberg Cooperate State University - DHBW), Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Diyarbekirê li Semsûrê bo pisporên ku li qada tendirustiya derûnî dixebitin perwerdehiyan dest pê kir.
Botan Timesê temamîya daxuyanîya Psychology Kurdîyê diweşîne.
Li ser navê koordînasyonê Derûnnas Siyabend Aslan anî zimên ku piştî erdhejên 6 û 7ê Sibata 2023an bajar ne tenê ji aliyê fizîkî, ji aliyê derûnî ve jî hilweşiyan. Piştî wan erdhejan bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der. Û ev rewş bi lêkolînên zanistî hatiye piştraskirin ku piştî van erdhejan gelek kes hê jî di bin bandora trawmaya erdhejê de ne. Û bi gelek kesan re nexweşiya stresê ya piştî trawmayê rû daye. Em bixwe weke Psychology Kurdî ku di vê projeyê de weke alîkar piştgiriyê didin armanca van perwerdehiyên ku dê hefteyekê dom bikin ew e ku pisporên qada tendirustiya derûnî di rewşên wekî erdhej û karesatên dîtîr de û piştî van rewşên xerab bi awayekî profesyonel alîkariya mirovan bikin û ji aliyê derûnî ve piştgiriyê bidin wan kesan. Di vir de armanceke din jî ew e ku pisporên bên perwerdekirin piştî van perwerdehiyan alîkariya hevpîşeyên xwe jî bikin û ji wan re behsa van perwerdehiyan bikin, ew xwe bixwe perwerdehiyên wisa zêdetir bikin.

Perwerdehî li Semsûrê bo 25 kesên pispor hatine amadekirin ku ev kes derûnnas, asîstanên psîkiyatriyê, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in. Perwerdehî di navbera 27.05.2024-31.05.2024an de ne, hemû perwerdehî rû bi rû ne û bêpere ne. Em hêvî dikin ku piştî vê perwerdehiya li Semsûrê heman perwerdehiyê li Hatay û Mereşê jî pêk bînin.
Cihê perwerdehiyê "Park Adiyaman Dedeman Otel" e, li navenda Adiyamanê ye.
Kesên perwerdekar hemû di qada xwe de xwedî gelek xebat in û serkeftî ne.
Mijarên bernameya perwerdehiyê û kesên perwerdekar bi vî awayî ne:
Dr. Azad Günderci
Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst
Prof. Dr. Şahika Yüksel
Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst
Rola Xizmetên Civakî di Rewşên Erdhej û Karesatên Dîtir de (Deprem ve Diğer Doğal Afetlerde Sosyal Hizmetlerin Rolü)
Dr. Adem Kiliç
Pisporê Xizmeta Civakî
Doç. Dr. Veysi Çeri
(Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan)
Prof. Dr. Burhanettin Kaya
Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst
(Bir Tedavi Yöntemi Olarak
Psikodrama)
Dr. Ayfer Apaçık (Psikiyatrist & Psîkoterapîst & Psîkodramîst)

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...