B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Di 1ê Gulanê, Roja Kedkar û Karkeran da li Stenbolê nêzîkî 216 kes hatine desteserkirin.
Xwepêşanderan dixwestin ber bi Taksîmê ve bimêşin lê ew rastî êrişa polîsan hatine û destûr ji alîyê polîsan ve nehatîye dayîn ku ew ber bi taksîmê ve bimêşin. Di encama vê yekê da nêzîkî 216 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan li gelek noqteyan êrişî karker û kedkarên dixwestin 1ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê pîroz bikin û dimeşiyan kirin. Gelek kes di êrişan de hatin binçavkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirin û binçavkirinan maseya krîzê ava kir. Şaxê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku di encama êrişên polîsan de herî kêm 216 kes hatin binçavkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...