Li Wanê dê mîrasa Ehmedê Xanî bê gotûbêjkirin

Share
Li Wanê dê mîrasa Ehmedê Xanî bê gotûbêjkirin
Ji bo malpera nû

Enstîtuya Ehmedê Xanî dê gotûbêjekê li dar bixe li ser mîrasa Ehmedê Xanî bi serenavê Xanî û Mîrasa Wî Ji Bo Roja Îro.

Di vê gotbêjê da Ehmedê xanî bi çendîn alîyan ve tê gotûbêjkirin. Lêkoler û dîrokzan Sinan Hakan, parêzer Fırat Aydınkaya û Akademîsyen Abdulhadi Timurtaş dê gotarên xwe pêşkêş bikin bi moderatorîya Ramazan Kaya.

Abdulhadi Timurtaş dê li ser mijara Ehmedê Xanî û Kesayetîya wî ya Ilmî û Edebî biaxive, Fırat Aydınkaya dê li ser mijara Ehmedê Xanî di Sedsala 21emîn da biaxive û Sinan Hakan jî dê li ser Ehmedê Xanî di Peywendîyeke Dîrokî da biaxive.

Gotûbêj 30ê Mijdarê, li Wanê li avahîya VanTSOyê saet 17:00 dest pê dike.

Enstîtuya Ehmedê Xanî sazîyeka sivîl e, li ser şopa Ehmedê Xanî kar û xebatên çand û hunerî dike. Enstîtu cara ewil li Stockholmê sala 2024an ava bûye û aniha jî şaxeka wê li Wanê ava bûye ku berîya niha lansmana xwe kiribûn û gotûbêjek jî li dar xistibûn.

Çavkanî: Botan Times, Enstîtuya Ehmedê Xanî

Read more