Lîstika Şexê Sen'aniyan promîyera xwe kir
Di çarçoveya Solo Festa Mordem Sanatê da lîstika Şaneşîn Performance Şexê Sen'aniyan ji alîyê M.Xelat Ertoşî ve hate lîstin.
Promiyera lîstika şanoyê ya Şaneşîn Performance ya bi navê Şexê Sen'aniyan pêk hat. Çîroka Şexê Sen'aniyan ji berhema helbestvanê edebîyata kurdî ya klasîk Feqîyê Teyran hatîye wergirtin.
Li gorî Vîdeonûçeya bianetê, lîstikvan Xalit Ertoşî di çarçoveya zanîna xwe da destnîşan kirîye ku ev forma ku wî lîstîye bo cara ewil e di kurdî da tê lîstin.
Xalit wê performansê wekî lîstik bi nav nake ku ew dibêje ev çîrokbêjî ye ne lîstik e. Wî daye zanîn ku wan xwestîye bi perspektîf û şiroveyeka nû li berhemên edebîyata kurdî ya klasîk binêrin.
Derhênerîya lîstikê Recep Îçen, şêwirmendî jî Şêrko Janzêm kirîye. Erdal Açıl jî bi karûbarên teknîkî ve mijûl bûye.