B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Şanogerên Batmanê yên li Nîsk Hunerê dê li Amedê lîstîka xwe yê bi navê "Seyrana Li Çeper" derkevin pêş şanohezan.
Lîstik dê 12ê Nîsanê li Şanoyê Bajar a Amedê were lîstin.
Lîstikvanên Seyrana Li Çeperê, Denîz Ozer, Gulan Mizgîn, Habîb Çelîk, Şîrvan Yelboga û Bahoz Ozsunar in.
Şanogerên Nîsk Hunerê dê Seyrana Li Çeperê ya Fernando Arrabal bi wergera Aydin Rengîn bilîzin.
Ji bo vê şanoyê, Nazmî Karaman derhênerî kiriye û Egît Firat jî derhênerê hunerê ye.
Muzîkên şanoyê jî Gokçe Selîm hazir kirine ku ew bi karên xwe yên li Sîya Şevê jî tê naskirin.
Hêjayî bîrxistinê ye, şanogerên ku li dora Nîsk Hunerê kom bûne, bi rêzefîlmên Îşev û Migooyê jî di rojeva hunerhezan de ne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...