Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Şanoya Bajêr a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) bi lîstika "Çalakîya Malçêkirî" xwe ji bo Rojên Şanoya Jinan amade dike. Lîstik dê di 5ê Mijdarê de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê bê pêşkêşkirin.
Lîstika "Çalakîya Malçêkirî" ya Şenay Tanrivermişê nivîsandî, ji alîyê ekîba lîstikvanên jin ve bi kurdî hatiye wergerandin. Di lîstikê de Nurşen Adiguzel, Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş dilîzin. Derhênerîya lîstikê Elvan Koçer dike.

Lîstik behsa sê jinên çîna navîn dike ku li malê kom dibin û li dijî kuştina jinan û şîdeta mêran çalakîyan pêk tînin. Jin, di nava tirs û êşê de modeleka protestoyê ya xwemalî pêş dixin.

Derhêner Elvan Koçer dibêje ev lîstika yekem a jinan e ji bo ekîba wan û dê bibe destpêka lîstikên dî.
Lîstikvan Rêzan Kaya dibêje karakterên lîstikê jinên çîna navîn in ku ji winda kirina hebûnên xwe ditirsin.
Nurşen Adiguzel dibêje armanc ew e ku bi vê lîstikê hişyarîyeka civakî bê afirandin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...