Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser sûrîyeyîyan peyamek belav kir

Share
Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser sûrîyeyîyan peyamek belav kir
1440x810_cmsv2_60672d29-ce0d-574f-9dab-b827b91ea9ce-4244986

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li ser sûrîyeyîyan yên li bajarên Tirkîyeyê daxuyanîyek da.

Li gorî nûçeya Rûdawê peyama Mezlûm Ebdî wiha ye:

Mezlûm Ebdî di peyama xwe da êrişên li Qeyserîyê şermezar kir û wiha got:

"Tevgera xelkê Sûrîyeyê ya li navçeyên dagîrkirî, tekez dike ku, eger çendîn em nakok bin jî lê doza rûmeta niştimanî û serxwebûna biryara Sûrîyeyê armancên bingehîn in ku me dikine yek.

Di heman demê de em êrişên dijminane yên li ser xelkê Sûrîyeyî yên li parêzgeha Qeyserîyê ya Tirkîyeyê şermezar dikin û banga parastina jîyan û rûmeta wan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê li ser axa xwe berê û niha jî em pêşwazî li her welatparêzekî Sûrîyê û birayên xwe dikin û heta niha jî destê me dirêjî hemû gelê Sûrîyê ye ku em welat û gelê xwe rizgar bikin.”

Çi bûbû?

Li Qeyserîyê, kesekî ji Sûrîyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûrîyeyî kiribû. Li ser belavbûn û bihîstina vê bûyerê li temamê Tirkîyeyeyê, çendîn kes û koman êrişî sûrîyeyîyan kirin. Wan kom û kesan xanî, dikan û otomobîlên sûrîyeyîyan şewitandin. Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendîyan peyaman didin. Piştî van peyaman, li Sûrîye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkerîya Tirkîyeyê de ji ber egera pêwendîyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin. Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkerîya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê de ne, gelek çalakyên mezin hebûn.

Read more