Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
Kargeha Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ya ji bo perwerdehîya rojnamegeran li Amedê pêk hat.
Kargeha MLSAyê bi sernava 'Mafên Xwe Bizane: Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Hiqûqî' li Mitannia Regency Hotelê 3ê Mijdarê saet 10:00an dest pê kir ku heta 19:00an berdewam kir.
Her ku çûye li qadê rojnameger zêdetir tûşî bûyerên derqanûnî hatine ku ji ber vê egerê MLSAyê bo piştevanîya rojnamegeran û xurtkirina azadîya çapemenîyê û derbirînê kargeha Mafên Xwe Bizane: Ji bo Rojnamegeran Atolyeya Hiqûqî' pêk anî.
Ji çendîn bajaran, çendîn rojnamegeran, ji sazî û dezghehên cuda yên rojnamegerîyê beşdarî tê da kir. Ji Botan Internationalê Murat Bayram û Engin Ölmez beşdarî di vê kargehê da kir.
Bernameya kargehê wiha bû:
Hevserokê MLSAyê Veysel Ok: Rewş; Di azadîya fikrî da em li ku ne?
Parêzer Kerem Dîkmen: Zagonên dezenformasyon û înternetê: Dê çi bibe?
Dr. Volkan Aslan: Di biryarên Dadgeha Dadgeha Bingehîn da azadîya fikr û çapemenîyê
Parêzer Tugçe Dûygû Koksal: 2911: Mafê çalakîyê yê welatîyan, mafê rojnamegerîyê yê şopandina çalakîyê'
Parêzer Aynur Tuncel Yazganê: Lêgerîna girtîgehê û desteserkirina malzemeyên pîşeyî' pêşkêş bike.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...